Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir... -///=> ANP
Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14  
Serokê rêxistina Yekbûnê û têkoşerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor Mihemed Suleymanovîç Babayev di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Babayev dehan sala li nav Artêşa Sor a Sovyetê û KGB’da kar kiribu.

Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir ...

Serokê rêxistina Yekbûnê û têkoÅŸerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor Mihemed Suleymanovîç Babayev di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Rêxistina Yekbûnê yekem rêxistina Kurd e ku li Azerbaycanê hatiye damezrandin.

Mihemed Suleymanoviç Babayev (Mihemedê Siloyê Bava) ê ku di 20’ê Cotmeha 1920’an de li gundê Ararat a Ermenistanê ji dayîk bû, di 30’yê Kanûna 2011’an de li paytexta Azerbaycan Bakûyê xatir ji vê dunê xwest û çû ser dilovaniya xwe.

Babayev ê ku ji aliyê Kurdên Sovyeta berê ve ji nêz ve tê nasîn, sertêkoÅŸerê ji nû ve avakirina Kurdistana Sor bû ku Kurdistana Sor di sala 1923’yan de hatibû damezrandin û di sala 1929’an de hatibû rûxandin. Babayev û Kurdên li derdorê bi vê armancê di sala 1989’an de rêxistina ‘Yekbûn’ê di Wezareta Dadî ya Yekîtiya Sofyetan de dabû fermîkirin. Di rêziknameya Yekbûnê de armanca avakirina vê rêxistinê bi kurtasî wiha hatibû vegotin: “Ji nû ve avakirina Kurdistana Sor.” Lê belê bi sala fermîbûna Yekbûnê re, Yekîtiya Sovyetan hilweÅŸiya û bi vî awayî ev armanca jî negihiÅŸt serî.

Babayev di sala 1946’an diçe Rojhilatê Kurdistanê û li wir bi lîderên Kurd Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî re hevdîtinan pêk tîne. Babayev ê ku di sala 1993’yan de dîsa diçe Rojhilatê Kurdistanê, piÅŸtre bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk tîne û piÅŸtre jî bi hemû derdorên siyasî yên Kurd re hevdîtinan pêk tîne.

Babayev ê ku Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed re li paytext Mahabadê gelek caran hevdîtin pêk anî û pêre xebitî, ji aliyê Kurdên Sofyeta berê ve wekî nûnerê Kurdên Yekîtiya Sovyetê hatibû hilbijartin. Babayev ê ku di sala 1993’yan de çû cem Ocalan û beÅŸdarî hevdîtinên aÅŸtiyê bû, digot: “Êdî ez kal bûme, lingê min naleqin, lê dilê min bi PKK’yiyan re ye.”

Mihemed Babayev bîranên xwe û dîroka nêz a Kurdên Kafkasyayê di 8’ê Sibata/ReÅŸemiya 2009’an de bi hevpeyvînekê dabu rojenemevane Kurd Rahmi Yagmur  ev hevpeyvina bi ajansa ANF’ê re parve kiribû.

http://ku.anf.bz/index.php?rupel=nuce&nuceID=25196



Print


.
2023-10-30 - 14 :33    Dr ZerdeÅŸt Haco Xelata Mîr Celadet Bedirxan wergirt
2022-11-23 - 20 :54    Navdareki Kurd : Cewoyê Emer Mamoyan
2021-04-17 - 05 :23    “Yêrêvan xeber dıde” koça xwe bar kır
2020-03-31 - 14 :45    KURD ÇAWA BUN `miletê êzidî` ?
2020-02-28 - 15 :32    Kurdî qedera min e
2020-01-29 - 12 :58    JÄ°YANA NIViSKARÊ KURD ELÃŽYÊ EBDILREHMAN
2019-09-07 - 04 :49    YEKÄ°TÄ°YA KURDA, ROLA SEROK Û PARTÄ°YÊN KURD
2018-08-21 - 16 :14    Nirxandina Islama Siyasî di neynika wêjeya Kurdî de
2015-01-24 - 04 :34    WEZÃŽRÊ EÅžO ÇU SER DILOVANÄ°YA XWE
2013-01-01 - 06 :21    Dimilkî yek ji zaravayên zimanê Kurdî ye
2012-01-22 - 12 :06    Dostaniya Cegerxwîn û H. Emînê Perîxanê ba Ermeniya
2012-01-14 - 01 :24    Mihemedê Siloyê Bava koça xwe bar kir...
2012-01-14 - 00 :55    Prof. Dr. Wanli çû ser dilovanîya xwe
2011-11-08 - 22 :00    Mêrxasê Sovyetê: Semendê Elî Sîabendov
2011-10-15 - 02 :00    Jiyan û xebata Mehmed Uzun
2011-09-18 - 01 :32    Jiyan a nivîskarê kurd Eskerê Boyîk
2011-03-17 - 01 :54    Barzanî: Divê em hev xaîn îlan nekin
2011-02-08 - 02 :25    Dîktatorek diçe yek tê
2010-11-16 - 00 :03    Pêncî saliya ÅŸewata zarokên sînema Amûdê
2010-11-13 - 20 :48    Girîşayê Memê ji nav me koç kir



About us  |  Contact information
Copyright 2008, ANP. All rights reserved.
Powered by Med Diplomatic